TRANSNATIONAL MIGRANTS COORDINATION

EnglishFrenchItalian

Bi hezaran koçber ên ku hewl didin derbasî Yekitîya Ewropayê (YE) bibin li ber sinorê di navbera Polonya û Belarûsê de, asê dimînin. Wekî ku me di vê dawîyê de da nasîn, bûye çend heyvan ku koçber hewl didin bi rêya welatên rohilatî yên YE’ê xwe bigihînin Ewropayê. Bi bikaranîna vê rê re ew dikarin xwe ji derbasbûna Tirkîyê vêbidîzin û lewra ji bona sedemê lihevkirinên di navbera Erdoxan û Komisyona Ewropayê de nayin girtin. Wekî din jî ew ne mecbûr in ku ew di derbasbûna Derya Spî (Mediteranyan) de jiyanên xwe dikin xeterî. Lêbelê di van rojên dawî de hikumetê Polonya biryar girt ku ew e wan koçberan, asteng bikin. Polonya ‘qadê ewlehî’ bi qasîya çend kilometeran li ber sinorê xwe çekiriye, û polîs û arteşê xwe li wir bih kirine. Lîtwanya, ango welatê din a ku dibe cihê derbasbûnê YE’ê, heman rebaz bi kar anîye. Ev yekê dibe asteng û lewra tu kes nikare ew koçberan ên du di nav daristanekê saar de asê diminin, alikarî bike. Ev asteng edî bû sedem ku çend ji ew koçberan jiyana xwe ji dest dan. Eger ew hewl didin sinor derbas bibin, ew bi tela bi strî (ango ‘tela alman’) û gaza rondikkirî tên paş ve avêtin.

Di milê din de, Belarûs bi rengekî kurnaz han da koçberên ji Iraq’ê, Herema Kurdistanê, Iran’ê û welatên Afrikî jî, da ku ew Belarûsya derbas dibin bi armanc ku ew xwe bigihînin YE’ê. Lewra Belarûs koçberan wekî bersiv li ber cezayên arborî ên ku ji alîya Komisyona Ewropayê li ser Belarûsê hatin ferz kirin, bi kar tînin. Firansa û Almanya bi piştgirîya Seroka Komisyona Ewropayê Von der Leyen û bi rengekî zû piştgirî da Polonyayê. Wan Lukaşenko (ango Serokê Belarûs) wekî ‘qaçaxcîyê mirovan’ bi nav kir bi xwestek ku ew dikaribûn sinorên derveyî yên YE’ê bi rengekî ‘rewa’ û dijwar biparezin. Lewra, di heman dema de ku hejmarê koçberên ku di daristanên Poloyna de bi hypotermîya (ango crîza saarbûn) dimirin zede dibe, Ewropa xwe sinor kirîye, û rewş li ser sinorên rojhilatîyên xwe tene wek ‘acizkirinek ji alîya rejîmekî bêrewabûn û bêhevî ya ku dikariba sucên hov bidin meşandin’, penase kiriye. Bêguman ev yekê ji bona rejîma Lukaşenko penaseyekî baş e, lê disa jî penaseyek nikare daxwaza xweser û rewa ya koçberan ji bona şert û mercên baştir ên jiyanê, sil bike. Gavê ku ew arteş li ber sinorê bi cih bikin, welatên Ewropî tevlî rejîma Lukaşenko dibin û bi hev re koçberan dixin ber ‘tela bi strî’. Di heman dema de ew armancekî din daxûyanî dikin ku ew e “li cem ‘welatên sêyamin’ kar bikin û gihandina koçberan heta Minsk ango paytexta Belarûsê, asteng bikin”. Tevî ku wêne yên ku ji sinor tên gelekî xirab in, bersiva hov a Polonya li ber ‘gefê koçberan’ û bikaranîna koçberan ji alîya Belarûsê ya ji bona peyvçunekî siyasî bi YE’ê re, ne dozên taybet in. Berevajî, ew dozan beşekî gering ji ‘rejîmekî birêvebirkirina koçberîya Ewropayê’ ne. Vê rejîm anha bi rengekî vekirî tundî li hember koçberan, û wekî din jî binpêkirina mafên wan ên giredayê lihevkirinên navnetewî, rewa dike.

Çend minak hene: di van rojên dawî de, Wezaretê Hundirê ya Britanyayê hewl daye qanunê xwe ya ‘Netewetî û Sinoran’ bi rengekî vêşartî biguherre û parêzbendî bidin endamên Hêzê Sinoran a xwe da ku eger ew jiyanên mirovan neparezin û kesek di derya de dimirre, tu kes naye berpirsyarkirin û ceza kirin. Di milê din de Xirwatistan û Unanistan ‘arteşên sî’ bi kar tînin ango yekîniyên bê cil û bergên fermî û bi rupoşan, ên ku li cem polîsa fermî kar dikin û koçberan ji sinorên xwe bi zorî dur dikin. Li Xirwatistan dimen hat kişandin û tê de xuya ye çawa ew yekîniyan koçberan bi daran li ber sinorê Bosnayê lêdixin. Li Unanistan ew yekîniyan tên sûcdarkirin ku ew rê li pêşî keştîyan di Derya Egeyî (ango Derya Aegean) digerin û koçber li ser keştîyên ‘lezgîn’ ên biçuk di derîya Tîrk de asê dihelin. YE’ê pere hin dide her du welatan ji bona parastina sinorên xwe  û wekî din jî Euro bi milyonan dide welat wekî Lubyayê. Koçberên li Lubya di zindanan de tên dilgirtin, lêxistin, eskencekirin û tecawîzkirin – û di vê heyvê dawî de ew koçberan bi rengekî giştî rabûn ser piyên xwe. 

Piştre çend salên paşveavêtinên qedexe (ango ‘pushback’)  li Balkanan û li ser deryayê, anha paşvêavetînên qedexe li ber sinorên Polonyayê û Litwanyayê jî çêdibin. Xwestekê Ewropa ya ji bona ‘astengkirina gihandina koçberan heta Minsk’ê’ rolê ‘welatên seyamin’ di siyasîya Ewropa ya li dijî koçberan de, berçâv dike. Em dizanin ku koçber e dev jê koçberîya xwe bernadin, û em dizanin ku siyasîya Ewropayê e disa bibe sedem ku koçberî e bi xeter bibe, û ku qaçaxcîyên mirovan û diktatoran e dewlemend bibin. Di heman dema de, nrerazîbûnên piştgirîya koçberan li Polonyayê û Litwanyayê tên lidarxistin.

Hikumetên Ewropî derew dikin û dibejin ku ew dixwazin koçberan biparêzin û lewra pewist e ku koçber ji welatên xwe dernekevin. Lê em dizanin ku lêgerandina mirovan ji bona azadî û jiyanekî baştir naye sekinandin. Em e berdewam bikin û mil bi mil bi yên ku di van saêtan de sinor bi rengekî serkeftî derbas dibin, berê xwe bidin. YE û welatên nezîkî wî derbasûna koçberan bi tundîya hov diçewisinin û ev yekê bersivek ji bona tevgerandina komî û daxwaza azadî ya me ye. Lê disa jî em dizanin ku tev ku vê tundî jiyanên gelek kesan dike xeterî, pewîştîya ew heman welatan ji bona karkerên koçber heye da ku ew bikaribin û kedê wan bixwin. Lewra nerast e ku tundî ji bona sekinandina koçberan bi çi awayî be tê bikaranîn. Xwestekê wan tene ev e ku ew pêş li ber serbestîya tevegerandina mirovan bigirin, û destûr tene ji bona derbasbuna hejmarekî diyarkirî ya koçberan bidin, li gorî pewistîyên arborî û berhemî yên welatên xwe.   

Em piştevanîya koçberan dikin – ew koçberan ku hem li Belarûsê hem jî li Lubyayê, hem li Tirkîyê hem jî li Unanistanê, li ber ‘rejîma sinorên Ewropî’ radibin. Lê disa ji em piştevanîya yên ku di heman welatên de û di her deverê Ewropî de li hember kedxwarî û şantajkirina nijadparestî ya damezrînî, şer dikin. Lewra em îqameyekî fermî ya Ewropî dixwazin: ji bo serbestîya tevegerrandin û serbestîya mabûn, li dijî tundî û kedxwarî, û li dijî berjewendîyên qaçaxcî û diktator ên ku bi rêya siyasîya Ewropî re tên pîştgirî kirin. Em dixwazin zindî bibin! Em dixwazin azad bibin!